|
![]() |
|
|||||||
| Kayıt ol | Cezalilar | Tüm Albümler | Yardım | Üye Listesi | Ajanda | Arama | Bugünki Mesajlar | Forumları Okundu Kabul Et |
| Gotar & Şîrove (Makale & Yorum) Derheqê çand & huner û wêjeya Kurdî de... |
|
||
![]() |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) |
|
Super Moderator
![]() |
FELEKNAS UCA
Li gor îstatîstîkan, rewşa jinan li welatên Efrîka û Asyayê, di ware tendûristiyê de her ber bi xirabiyê ve diçe. Li welatên ku tê de belangazî û birçîbûn her berdewame, barê jinan her giran e. Li welatên ku derfeta perwerdebûna jinan ne hêsan e, jin di bin nîrê malbat û meran de dipelişin. Weneyên herî neçak ya jiyana jinan, ji welatên ku tê de naçarbûn hikûmdarê jiyanê ye, belav dibin. Bawerim berpirsiyariya neçarbûna jinên ku, ji ber tûnebûnê, nezanibûnê û paşvamayînê, dibin qurbana sîstemên pederşahiyê, li ser milên welatên pêşketî ye. Ji ber ku piran car sîstemên dîktatorî û totalîter li welatên paşvamayî, bi piştgiriya welatên dewlemend ên mîna Emerîka û ên ewropaya rojavayê li ser piyan disekinin. Ji ber vê yekê jî, hêjmarên ku di salên dawiyê de ten bilêvkirin bala me dikşîne ser xeterên jiyana jinan li welatên Efrîka û Asyayê. Xetera mezin di mirina jinên ducanî de xwe nîşan dide. Li gor van îstatîstîkan, her sal 536.000 jin dema ducanî ne an di dema zayînê de jiyana xwe ji dest didin. Ji sedî 99‘ê ya jinên ku dimirîn ji welatên paşdamayî ne. Li welatên Efrîka’ye ji 16 jinan yek di dema ducaniyê an di dema zayînê de jiyana xwe ji dest dide. Lê li welatên pêşketî, ji ber tedbîrên ku di beşa tendirûstiyê de hatine standin, ev hejmar pir kem e. Sedemên sereke ya mirina jinan, vendakirina xwînê, kurtajên ne ewle û enfeksiyon in. Li gor texmînan her sal 68.000 jin, ji ber kurtajên ne ewle dimirin û bi mîlyonan jin jî, ji ber xeteriyên ku di dema kurtajê de derdikevin holê seqet diminîn, an nexweşiyên mayinde li wan peyda dibin. Ji sedî 97’ê kurtajên ne ewleyî li welatên paşdamayî pêk tên. Li dinyayê, di her deqiqeyê de jinek, ji ber xeteriyên ducanbûnê an di dema zayînê de jiyana xwe ji dest didin. Divê YE’yê û welatên dewlemend bernameyên lezgîn darxînîn û alikariyê bikin da ku mirov bikaribe rê li pêşveçûnên xirab di jiyana jinên afrîka û asyayê bigre. Dîsa ez di vê baweriyê da me ku, YE’yê ji aliyê moral de berpirsiyar e. Alîkariya tibî ji bo jinên ku li heremên gundewarî de dijîn dikarê jiyana zedehejmarêk jinan xelas bike. Perwerdeya hemîlebûnê û zayîne dikare hem jiyana jinan hem zarokan ji mirinê rizgar bike. Ez di welatên wek Efrîka û Asyayê, peşniyara plankirina nifûse dikim. Heger jin bikaribin xwe li hember hemîlebûnê biparezin; hejmara jinên ku ji ber kurtajê dimirin jî kem dibe. Ji bo vê jî di gava yekem de perwerde divê. Ji aliyê din ve jî, divê li hember bindestbûna jinan tedbîrên lez werin standin. Merên ku hemîlebûnê wek pirsgirêka jinan dibînîn, nikarin alikariya jinan bikin. Ji ber vê yekê jî divê ji bo hemû civakê derfetên perwerdeyê were amadekirin. Kampanyayên berfireh dikarin zanistiyêke baş darxîne holê û gav bi gav jinên Efrîka û Asyayê bi dawî be. Tedbîr dikarin, jinan ji xeteriya mirinê xelas bikin. Lê yek ji alikariya herî girîng ya jinên welatên ewropayê ye. Jinên dinyaye dikarin bir delegasyonan, bi saziyên jinan bidin zanîn ku jinên Afrîka û Asyayê ne tenê ne. Jin dikarin bi projeyên perwerdekirinê û bi hacetên tibî alikariyêkî jiyanî bişînin. Dema ku jinên welatêkî bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin divê hemû jinên cîhanê bibin hêzêke navnetewî. Divê naye ji birkirîn; azadiya jinan bi destê jinan e! |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
Benzer Konular
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cvpl | Son Mesaj |
| Rewşa Romana Kurdî | (Kurdish) | Helbest (Şiir) | 0 | 09-21-2008 00:04 |
| ReWşa Kurdan..!! (Mutlaka okuyun) | AdaR_21 | Helbest (Şiir) | 0 | 09-20-2008 15:28 |
| Rewşa min | mazikentli | Helbest (Şiir) | 1 | 09-20-2008 04:01 |
| Du zilamên bindestê jinan | mazikentli | Helbest (Şiir) | 0 | 09-20-2008 03:57 |
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by vBulletin® Version
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.2.0
|
![]() |