|
![]() |
|
|||||||
| Kayıt ol | Cezalilar | Tüm Albümler | Yardım | Üye Listesi | Ajanda | Arama | Bugünki Mesajlar | Forumları Okundu Kabul Et |
| Gotar & Şîrove (Makale & Yorum) Derheqê çand & huner û wêjeya Kurdî de... |
|
||
![]() |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) |
|
Super Moderator
![]() |
MAMOSTE XEMREVÎN
Jin û xebatJin di her qada jiyanê de bi girîngiya rista xwe hesiyane. Roj nîn e ku nûçeyên der heqê jinan de di çapemeniyê de dernekevin. Ev nûçe gelek caran li ser binpêkirina mafên wan in. Li hember van binpêkirinan ew jî bi rê û rêbazên ku mafên xwe bi dest bixin têdikoşin. Carinan bi ser dikevin, lê gelek caran jî bi gavên biçûk ve hêdî hêdî nêzî armancên xwe dibin. Ji encamên van armancan yek jî vekirina parka jinan a li Amedê ye. Ez bawer im ku we gelekan navê Parka Ekînê bihîstiye û hûn dizanin ku li wê derê bi tevahî xebatên ji bo jinan tên kirin. Di nav parkê de aşxaneyek heye û bi xwarinên cur bi cur havînê li derve û zivistanê jî li hundir di xizmeta gel de ye. Mala Perwerdehiya Jinan a Cerenê jî di nav parkê de ye û di dawiya meha cotmehê de dê vebe û dest bi xebatên xwe bike. Avahiya Mala Perwerdehiyê ji du qatan pêk tê û Şaredariya Kayapinarê ji bo pazdeh salan daye jinan. Heta niha serîlêdanên ji bo qursên wekî kurdî, ingîlîzî, kompitûr û wêne xezkirinê hatine girtin. Heştê serîlêdan hene û qurs gav bi gav dest pê dikin. Xebata dawî ya ku di van rojan de dest pê kiriye jî xebata qursa zimanê kurdî ye. Di dema pêngava “Êdî Bes e! Em Perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin” de destpêkirina vê qursê ji bo me gelekî girîng e. Beriya çend salan xwendekarên zanîngehan ji dewletê ev xwesteka zimên kiribûn, lê bi awayekî domdar neketibû rojeva kurdan. Îro jî ji heft saliyan heta heştê saliyan kurd daxwaza zimanê xwe dikin û bi çalakiyên xwe ew ê dev ji vê yekê bernedin. Heke îro li parka Ekînê, li Mala Perwerdehiyê nêzî sih jianan kom bûne û dixwazin xwe di warê zimanê kurdî de perwerde bikin, ev gaveke gelekî pîroz û watedar e. Temenên van jinan di navbera bîst û sihan de ne û hemû ji bi awayekî ji dil û can xwe tev li xebatan dikin. Bi roj diçin kar û bi êvarê jî westa xwe nakin mane û diçin qursa zimên. Rista jinan (dayikan) bi taybetî jî a jinên kurd a di warê zimên de tu kes înkar nake. Hînkirina zimanê zikmakî a zarokan an jî nehînkirina wî hemû di destê dayikan de ye. Ji bo vê yekê jî em vê xebata van jinan a di warê zimên de pîroz dikin û ji wan re serkeftinê dixwazin. Lê tenê xwestekeke min ji wan û kesên ku dixwazin tev li qursên zimên bibin heye ku bi awayekî domdar beşdarî qursan bibin ku ev dema wan a ku didin van qursa bila vala derbas nebe. Domandina qursên hemû zimanan birastî gelekî bi zehmet e. Divê beşdar vê yekê jî baş bizanibin û li gorî wê tevbigerin. Xebateke din a di vê navendê de yek jî avakirina pirtûkxaneyekê ye. Kampanyaya ji bo bexşandina pirtûkan hatiye destpêkirin. Heta niha gelek nivîskar, weşanxane, saziyên sivîl û kesên navdar jî pirtûk ji bo pirtûkxaneyê bi rê kirine. Ji bilî van kes û saziyan, rêveberên Cerenê ji her kesê/î jî pirtûkekê dixwazin û hêvî dikin ku ev yek di demeke kurt de pêk bê. Wekî ku me li jor jî anî ziman xebatên der heqê jinan de gelek in. Bi van xebatan civakeke perwerdekirî û guhartî tê hedefkirin. Heke ev xebat li her derê bi awayekî rêk û pêk bên kirin, jin dê bikaribin rê li ber gelek mafên wan ên ku tên binpêkirin bigirin. |
|
|
|
|
|
#2 (permalink) |
![]() Üyelik tarihi: Sep 2008
Üye No: 8
Mesajlar: 3,658
Konular: 1944
Referanslari: 2
Arkadaslari: (11)
Nerden: KüRDiSTaN
Meslek: pc emekcisi :)
Interests: ASİ
Biyografi: kece kudan
Cinsiyet: .
Kullandigi Tesekkür: 26 Aldigi Tesekkürler: 225
Tecrübe Puanı: 150
Aldigi Puanlar: 3620 ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]()
Ruh Hali:
Son Aktivitesi: Bugün :
01:28
Toplam Online Süresi: 4 Gün 5 Dakika 14 Saniye
|
spas heval emegine saglik
|
|
|
|
|
|
| Gulasor`a yazdigi bu mesaja Tesekkür edenler: | ®Kurde Ciya (10-09-2008) |
![]() |
| Bookmarks |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
Benzer Konular
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cvpl | Son Mesaj |
| Koma rewşen | (Kurdish) | Kürtçe Albüm Tanıtım | 0 | 09-25-2008 00:29 |
| Rewşen Bedirxan | Kurde Ciya | Pêşengên Kurd (Kürt Önderler) | 0 | 09-21-2008 23:59 |
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by vBulletin® Version
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.2.0
|
![]() |