FORUM Portal Albümlerim Sosyal Gruplar Kimler Online Bugünki Mesajlar
Geri git   JiyanBoard.org > FORUMA KURDİ -KÜRTÇE FORUM > Foruma Kurdi > Helbest (Şiir)
Kayıt ol CezalilarTüm Albümler Yardım Üye Listesi Ajanda Arama Bugünki Mesajlar Forumları Okundu Kabul Et

Helbest (Şiir) Helbestên Kurdî

Konu Bilgileri
Konu Başlığı
Ji welatê sirgun paytextê paytextan re - Sezai Karakoç
Konudaki Cevap Sayısı
1
Şuan Bu Konuyu Görüntüleyenler
 
Görüntülenme Sayısı
7

Cevapla
 
LinkBack Seçenekler Stil
Alt 09-22-2008, 03:15   #1 (permalink)
XebatKareApoci
 
xebat_63 - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
 
Üyelik tarihi: Sep 2008
Üye No: 3
Mesajlar: 2,783
Konular: 2016
Referanslari: 34
Arkadaslari: (25)
Nerden: KüRDiSTaN
Meslek: MiLiTaN
Interests: Apoci Gençliği
Biyografi: Apoci
Yaş: 22
Cinsiyet: erkek
Kullandigi Tesekkür: 337
Aldigi Tesekkürler: 1,457
Tecrübe Puanı: 150
Aldigi Puanlar: 9465
xebat_63 has a reputation beyond reputexebat_63 has a reputation beyond reputexebat_63 has a reputation beyond reputexebat_63 has a reputation beyond reputexebat_63 has a reputation beyond reputexebat_63 has a reputation beyond reputexebat_63 has a reputation beyond reputexebat_63 has a reputation beyond reputexebat_63 has a reputation beyond reputexebat_63 has a reputation beyond reputexebat_63 has a reputation beyond repute
Ruh Hali:
Son Aktivitesi: Bugün :   02:47 
Toplam Online Süresi: 2 Gün 2 Saat 24 Dakika 35 Saniye
Submit to Clesto Submit to Digg Submit to Reddit Submit to Furl Submit to Del.icio.us Submit to Jeqq Submit to Spurl
Standart Ji welatê sirgun paytextê paytextan re - Sezai Karakoç

JI WELATÊ SIRGUN PAYTEXTÊ PAYTEXTAN RE

Pêşî ez ji dilê te sirgun bûm

Ji aliyekî de hemû sirgunên min berdewamên vê

sirgunê ne

Li dervayê hemû merasîman, şayiyan, ayînan, cejnan

Hatme ba te, hatme xwe bavêjim lingên te

Hatme efûxwestinê, ku ne layiqê efê bim jî

Dirêj neke sirguna min a dunyê

Rojê ji biharê diqetîne

Evînê ji vê herî naçariyê diqetînê

Mîna ewrekî xwe

Belav dike dilê min

Ah! Dirêj meke sirguna min a dunyê

Çendî westa me, ne ji solê min

Ji lingên min xuya ye

Lembe xarin

Eynik melkemot

Dem dawî xeyalê hespê şewisî

Mal ne mîras, xeyaleta mîras e

Ey a dilê min anî dunyayê

Mezin kirî mêjandî

Ji perê teyran

Û şîrê teyran

Di şev û rojan de

Ji însaniyetê re mîna abîde bilind kirî

Delal

Delaltirîn

Ey Delal

Dirêj neke sirguna mina dunyê



A di hemû şiîran de dibêjim tu yî

Ku min got Sûna tu yî, min got Leyla tu yî

Seba te veşêrim ji dîmenên Salome û yên Belqis

min feyde girt

Vala bû xebata mina veşartinê welê tu eşkere ye

xuya ye

Balinde difirin seba teqlîda dilê te

Ji destên te berhev dike bihar kulîlkên xwe

Derya ji çavên te distîne xebera bêdawîtiyê

Ey nermtira dilan tewr kûr î

Delal

Delaltirîn

Ey Delal





Dirêj neke sirguna min a dunyê

Sal derbas bûn cot şopa nemir berda axê

Rahiştim stêran tim tu pirsî nîvê şevan de

Qatê serbanan de qatê bodrûman de

Siya te bû lemba şevronîkira min a bê hempa

Di berbangên Qandîliyên qûrşûnî de

Bi te re peyvî mam di bihar û havîna emrekî de

Niha payiza wiya ji nişka ve hatî

Hatme ba te, hatme xwe bavêjim lingên te

Hatme efûxwestinê, ku ne layiqê efê bim jî

Ey Qudûsa nûjen (Meryem)

Ey Misra razê xwe, dilê xwe de digerîne (Zûleyxa)

Ey dilê dilovanê ku nermiyê dide hevrîşim

Delal

Delaltirîn

Ey Delal

Dirêj neke sirguna min a dunyê



Min hilweşîna çiyan dît îstikana Wenûs de

Mîna koleyan hatim firotin bazara bazaran de

Min zerbûna rojê dît dîwarê Qonstantîn de

Bi xeyalên te şewitîm derdora demcaman de

Siya te bû şewq dida û disekinî çavkaniya avjîn de

Di vê dema ramana mirinê ez girtime de

Bi tirsa hesabê nehatine dayîn

Hatme ba te, hatme xwe bavêjim lingên te

Hatme efûxwestinê, ku ne layiqê efê bim jî

Delal

Delaltirîn

Ey Delal

Dirêj neke sirguna min a dunyê



Ji teyrên welatê te çi xeber heye

Ji goran jî bihareke bilind dibe heye

Ji celladê eşqê çi xem madem ku yar heye

Ji tunebûn û hebûnê wêde hebûnek heye

Sûc giş ne ê min e, nezereke min dişewitîne,

hildiweşîne heye

Bi heweskirina vê stranê gotinên werne gotin hene

Zînhar nebêj qeder e, ser qederê re jî qederek heye

Roj here ava çi dibe, mîmarekî şevê tamîr dike heye

Bi binketinê re serkeftineke ku mezin dibe heye

Seba gihaştina razê razan li cem te kilîd heye

Di sîneya min de damareke paş ve banga sirguna te

dike heye

Hêviyê nabirim ji te, di dilê te de bi navê merhametê

çinarek heye

Delal

Delaltirîn

Ey Delal



SEZAÎ KARAKOÇ

Werger: AZAD ÎBRAHİM





Bi Can Bi Xwin Em Bi Terane Ey SEROK

xebatkare kurdistane: xebat_63
xebat_63 isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Alt 09-22-2008, 03:18   #2 (permalink)
Super Moderator
 
Kurde Ciya - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
 
Üyelik tarihi: Sep 2008
Üye No: 5
Mesajlar: 1,147
Konular: 769
Referanslari: 1
Arkadaslari: (0)
Yaş: 27
Kullandigi Tesekkür: 205
Aldigi Tesekkürler: 64
Tecrübe Puanı: 150
Aldigi Puanlar: 1060
Kurde Ciya has much to be proud ofKurde Ciya has much to be proud ofKurde Ciya has much to be proud ofKurde Ciya has much to be proud ofKurde Ciya has much to be proud ofKurde Ciya has much to be proud ofKurde Ciya has much to be proud ofKurde Ciya has much to be proud of
Ruh Hali:
Son Aktivitesi: Bugün :   03:32 
Toplam Online Süresi: 1 Gün 18 Saat 15 Dakika 24 Saniye
Submit to Clesto Submit to Digg Submit to Reddit Submit to Furl Submit to Del.icio.us Submit to Jeqq Submit to Spurl
Standart

Gelêk sipas Keke Xebat ji bo Parvekirina te destete saxbin, tu her hebi
Kurde Ciya isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Cevapla

Bookmarks


Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir)
 
Seçenekler
Stil

Yetkileriniz
Konu Acma Yetkiniz Yok
Cevap Yazma Yetkiniz Yok
Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
Mesajınızı Değiştirme Yetkiniz Yok

BB code is Açık
Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-Kodu Kapalı
Trackbacks are Açık
Pingbacks are Açık
Refbacks are Açık

Hizli Erisim

Benzer Konular
Konu Konuyu Başlatan Forum Cvpl Son Mesaj
Ey welatê me! xebat_63 Helbest (Şiir) 1 09-22-2008 03:21
Welaté Min...!!!! xebat_63 Helbest (Şiir) 2 09-21-2008 01:58
Welatê me AdaR_21 Helbest (Şiir) 0 09-20-2008 16:19
BahattiN KarakoÇ - ŞahdamaR AdaR_21 Şiirler 0 09-20-2008 07:16
Sezai KARAKUŞ xebat_63 Gerilladan yazılar ve Anilari 1 09-20-2008 03:04


WEZ Format +3. Şuan Saat: 11:41.

Design By: JB-Team
Powered by vBulletin® Version
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.2.0
1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53 54 55 56 57 58 59 60 61 62 63 64 65 66 67 68 69 70 71 72 73 74 75 76 77 78 79 80 81 82 83 84 85 86 87 88 89 90 91 92 93 95 96 97 98 99 101 102 103 104 105 106 107 108 109 110 111 112 113 114 115 116 118 119 120 121 122 123 124 125 126 127 128 129 130 131 132 133 134 135 138 139 140 141 142 143 144 145 146 147 148 149 150 151 152 153 154 161 162 163 164 165 166 167 168 169 170 171 172 173 176 177 178 179 180 181 183 184 185 186 187 188 189 190 191 192 193 194 195 196 197 198 199 200 201 202 203 204 205 206 207 208 209 210 211 212 214 215 216 217 218 219 220 221 222 223 224 225 226 227 228 229 230 231 232 233 234 235 236 237 238 239 240 241 242 243 244 245 246 247 248 249 250 251 252 253 254 255 256 257 258 259 260 261 262 263 264 265 266 267 268 269 270 271 272 273 277 278 279 280 281 282 283 284 285 286